Li nêzê Girava Mîdîllîya Yunanistanê keleka ku koçber tê de bûn bin av bû.

Di nav keleka ku nêzê 40 kes tê de bûn de 5 kes hatin xelaskirin, 15 kes jî fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin 20 kesên ku di nav kelekê de bûn jî bi avê ve çûn û winda bûn.

Li Girava Çuhayê jî keleka ku nêzê 100 heb koçber tê de bûn li zinaran qelibî û bin av bû.

Di nav keleka ku bin av bû de 30 kes hatin xelaskirin, ji nêzê 70 kesan jî xeber nayê girtin.

Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)