Êrîş, li herêma Ouham-Pendezone ku li bakura welat e hat kirin.

Li gorî xebera çapemenîya neteweyî, li nêzê gundê Kaîtayê ji leşkerên Hêzê Aştî ê Neteweyên Yekbûyî re, ji teref kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve bi bombeyan êrîş hat kirin.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 3 leşkerên Bangladeşî ê hêzê aştîyê mirin û hinek leşker jî birîndar bûn.

Derheqê êrîşê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)