Di Tîrmeha 2022yan de li Stenbolê di navbera Tirkîye, Ukrayna û NYyê de “Belgeya Peyana Sewqê bi Ewlehîyê ji Benderên Ukraynayê a Tiştên Xwarin û Zadê” hat îmzekirin.

Di vê çarçoveyê de, sewqîyata keştîyên ku li Benderên Ukraynayê disekinin didome.

Heta îro 260 keştî ji Benderên Ukraynayê derketin, mêjara zada ku hate barkirin jî 6 milyon tonê derbas kir.

Bi keştîyan garis, genim, rûna gulberojik, çewênder, soya, şoqil û ceh tê barkirin. (ÎLKHA)