Hat ragihandin ku li Îzmîr, Muxla, Aydin û Balikesîrê 346 koçberên ku ji teref hêzên Yunanîstanê ve hatine vegerandin hatin xelaskirin.
Hat diyarkirin ku di encama operasyona xelaskirinê ya li Aydinê de koçberek fetisî û canê xwe ji dest da.
Koçberên ku hatin xelaskirin, piştî muameleyên wan hatin şîyandin Midurtîya Îdareya Koç a Bajêr. (ÎLKHA)