Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê, li gorî çavkaniyên ewlekariyê, îşxalkeran li nêzî Kampa Penaberan a Celzûn a li bakurê Ramallahê êrîş birin ser 3 Filistînîyên ku di wesayîtên xwe de bûn, gulebaran kirin.

Di êrîşê de Basil Besbus û Halid Anberê Filistînî canê xwe ji dest dan, Selame Rafet jî birîndar bû.

Filistînîyekî birîndar hat desteserkirin

Hat ragihandin ku hêzên rejima îşxalker cenazeyên filistînîyên şehîd birin û filistînîyê birîndar jî desteser kirin.

Rejîma îşxalker a siyonîst gelek caran êrişî Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a ku di bin îşxalê de ye dike û Filistînîyan jî bi beheneyên cuda desteser dike. (ÎLKHA)