Bûyer, doh nêzê êvarê li Taxa Malên 450yan a li navçeya Yenîşehîrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, M.E. (34)yê ku westayê qalibê ye, dema ku di qata 5emîn a înşeata 8 qatî de dixebite dikeve xwarê û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayîna karkerên dinê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat ragihandin M.E.yê ku canê xwe ji dest da ji bo bê otopsîkirin hat birin Sazîya Tip a ‘Edlî. M.E. yê zewicandî û bavê 2 zarokan piştî otopsîyê li gundê Dereya ku girêdayê navçeya Egilê ye hat veşartin.

Tehqîqata polês yê derheqê bûyerê de hêj didome. (ÎLKHA)