Peskov diyar kir ku sibe beşdarîya herêmên ku biryar dane bi referandûmê beşdarî Rûsyayê bibin dê bi awayekî fermî were pejirandin û Pûtîn jî dê li ser vê mijarê axaftinekê bike.

Peskov ji Rûsyayê re da zanîn ku belgeyên endamtiyê wê saet di 15:00 de li Kremlînê bi beşdarîya serokên herêmê yên cudaxwaz û parlamenterên Dûmayê bên îmzekirin.

Peskovê Berdevk diyar kir ku Kremlînê berîya civînên ku dê li Dûma û Konseya Federasyonê bên kirin ji ber lezgîniya mijarê biryar da ku peymanên endamtiyê îmze bike. (ÎLKHA)