Li gorî daxuyanîya ku ji wezaretê hat belavkirin, li Dîyarbekirê operasyonên ku li dijî PKKê tên kirin didome.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li gundê Gomeça Hênê ji 55 nuqteyên ku ji berê ve hatibûn tespîtkirin re bi qomando û ekîbên cendermeyan ve operasyon hate kirin.

Di encama wan operasyonan de  103 kîlo esrara toz, 493 kîlo esrara kubar, 180 hezar û 200 heb kenewîra kok û 335 hezar koka skunkê hatin bidestxistin. (ÎLKHA)