Hat diyarkirin ku êrîşkaran ‘ewil 5 polêsên ku li navenda werzişê ya Calera de Victor Rosales perwerde didîtin kuştin, 2 polêsên ku paşê hatin cihê bûyerê gule berdane û polêsek din jî li cihê bûyerê mir.

Rêxistina sûcê ya herî bihêz a Meksîkayê, Jalisco Next Generation Cartel, şerê kartela Sinaloa û komên din dike ji bo kontrolkirina rêyên bazirganiya kokaînê ber bi Dewletên Yekbûyî ve.

Di şerê ku di sala 2006’an de li Meksîkayê ji kartelan re vebû û hê jî didome, zêdetirî 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Zêdetirî 350,000 Meksîkî koçber bûn, û nêzîkî 40,000 kes winda bûn. (ÎLKHA)