Li Bexdaya paytexta Iraqê alîgirên Muqteda Es-Sedr, bertekên xwe yên li hember rûniştina Meclîsê bi protestoyan nîşan dan.

Li gorî xebera ajansa xeber a Iraqê INA ji ber bûyerên ku li Bexdayê di navbera xwepêşandan û hêzên ewlehîyê de derket de 2 efser û 118 wezîfedarên ewlehîyê birîndar bûn.

Hat ragihandin ku xeyn ji van di encama bûyerê de 11 sîvîl jî birîndar bûn.

“Herêma kesk” ya ku li navenda Bexdayê ye, doh bi du mûşekan hat hedefgirtin. Di encama êrîşê de yek jê esfer û du endamên ewlehîyê tevde 7 kes birîndar bûbûn. (ÎLKHA)