Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Dîyarbekir-Mêrdîn 10 kîlometre nêzê Çinarê qemyoneke bi plaqeya 52 K7 260 û traktoreke bi plaqeya 21 ED 569 li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 2 jê gira 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar, piştî midexelekirina li cihê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Çinarê û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)