Qeza, di seatên êvarê de li nêzê gundê Bozdemîra ku girêdayê navçeya Sura Dîyarbekirê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin trêna rêwîyan a herêmî ya ku di navbera Dîyarbekir-Êlihê de seferan dike, ji ber sedemeke ku hêj nedîyare ji rê derket.

Trêna ku ji rê derket bi deh metreyan di ‘erdê de kaş bû û bû sedema tirsê.

Hat ragihandin ku di encama ji rê derketina trênê de trên neqelibî û mirî û birîndar jî pêk nehatin.

Hinek kesên ku bûyerê dîtin îddî kirin ku di meqesê de xelat hebûye.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)