Li gorî medyaya Filistînê Muhammed Ebu Cumayê 23 salî, li nuqteya kontrola Beît Sîra û derdorê Modîya ku li başurê Ramallayê bi kêr çalakîyek li dar xist.

Muhammed Ebu Cuma, ji teref leşkerên îşxalker ên ku li nêzê nuqteya kontrolê bûn ve hate şehîdkirin.

Hat îfadekirin ku ev çalakî, di dema êrîşa komeke sîyonîstan ên ku bi minasebeta ‘îda Cihûyî li Mescîda Eqsayê dikirin de hate kirin.

HAMAS jî ev çalakîyê meth kir û got ku xwîna şehîdan ew ê rêya ku diçe azadîya Qudsê ronî bike. (ÎLKHA)