Rayedarên Kambocayê, gotin keleka ku 41 welatîyên Çînê tê de bûn li nêzê Sîhanoukvîlleyê ji ber sedemeke ku hêj nedîyar e bin av bû.

Ji teref rayedaran ve hat ragihandin ku heta niha 18 kes hatin xelaskirin, 23 kes jî hêj winda ne.

Tê destnîşankirin ku welatîyên Çînê, ji bona ku bi qaçaxî bixebitin dem bi dem diçin herêmê.

Xebatên ku ji bona kesên winda bên dîtin didome. (ÎLKHA)