Hêzên Çekdar a Îranê, di merasîma leşkerî ya ku Serleşker Muhammed Bakirîyê Serokê Serkana Giştî ya Leşkerîyê jî beşdarî bûbû de, fuzeya balîstîk a nû pêşkêş kirin.

Di merasîma leşkerî ya ku li Tehranê ji bona salvegera 42emîn a destpêkirina herba Îran-Iraqê (Parastina Pîroz) ya ku 8 sal berdewam kiribû û ji teref rejima Baas a wê demê ve li hember Îranê hatibû destpêkirin de hilberînên nû yên parastinê hatin pêşkêşkirin.

Di merasîmê de fuzeya ku menzîla wî orte ye û serê wî yê herbê tê jêqetandin û navê wî “Ridvan” e hate pêşkêşkirin.

Hat destnîşankirin “Ridvan” a ku 1400 kîlometre menzîla wî heye, ji bejayîyê heta bejayîyê û bi sotemenîya bi avê ye û ji platformên bihereket jî tê avêtin.

Di merasîmê de fuzeya Heyberşekena (Şikînerê Heyberê) yê ku hedefên di nav 1400 kîlometre de ne dikare bixe jî hate pêşkêşkirin. (ÎLKHA)