Serleşker Mihemed Bakirî, Serokê Sererkaniya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê di merasima leşkerî ya li Tehranê de ji rojnamevanan re weha got, "Hêzên deryayî yên Îran, Rûsya û Çînê ew ê vê payîzê li bakurê Okyanûsa Hindê tetbîqata deryayî li dar bixin."

Çileya borî bi beşdarîya sê welatan tetbîqata deryayî ya hevpar a bi navê "Kembera Ewlehiya Deryayî ya 2022" hatibû lidarxistin.

Tetbîqat li qadeke 17 hezar kîlometreçargoşeyî li bakurê Okyanûsa Hindê hatibû kirin. (ÎLKHA)