Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya polêsên Stenbolê hat dayîn de, hat îfadekirin ku di operasyona ku li navçeya Eyubsultanê li dijî 2 wesayît û navnîşanekê hat kirin da bi tevahî 593 kîlo tiryak, terazî û 2 terazîyên hesas hatin bidestxistin.

3 şikdarên ku 2 jê welatîyên biyanî ne ji teref ekîban ve hatin binçavkirin û piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. (ÎLKHA)