Qeza li Abujaya paytextê welêt pêk hat. Li gor nûçeya çapemeniya herêmî di qezaya trafîkê ya ku otobusa rêwiyan û 2 wesayit tevlî bûn de  19 kes mirin  û  gelek kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e û fikar heye ku hejmara miriyan zêde bibe.(ÎLKHA)