Ajansê da zanîn ku madeyên hişber ên hatine desteserkirin dê ji kiriyarên li Ewropa û Asyayê re hatibana şandin.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de 5 kesên ku jê 4 Nîjeryayî û 1 jî Jamaîkayî endamên çeteya tiryakê ya navneteweyî ne hatin girtin.

Rojavayê Afrîkayê ji bo kokaîna ku li Amerîkaya Latîn tê hilberandin û li Ewropayê tê firotin wekî navendeke derbasbûnê tê bikar       anîn. (ÎLKHA)