Qeza, li Abujaya paytexta welat pêk hat.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin otobûseke rêwîyan li du erebeyên ku di alîyê dinê yê rê de dihatin qelibî, li gorî dîyarîyên ‘ewil 19 kes canê xwe ji dest dan.
Di encama qezayê de gelek kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa hinek birîndaran giran e, ji zêdebûna hejmarê mirîyan jî endîşe tê kirin.
Hat daxuyandin ku sedema qezayê çûndina bi lez bûye. (ÎLKHA)