Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê daxuyand ku Hacı Bashr Noorzaîyê ku ji teref Emrîqayê ve di Guantanamoyê de dihat girtin hat berdan û îro hat Kabîlê.

Ajansa xebera dewletê ya fermî yê hikumeta Efxen weha got, “Hacı Bashr Noorzaîyê girtiyê herî dawî yê Efganî yê di Kendava Guantanamoyê de bû îro hat berdan û di Balafirgeha Kabîlê de ji rayedarên Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê re hate teslîmkirin.”

Bashr Noorzaî, nêzê 17 salan di girtîgeha Guantanamoyê de hatibû hefskirin. (ÎLKHA)