Qeza li navçeya Suluovaya Amasyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku şofêrê wê K.E. bû û kamyoneya ku şofêrê wê Î.T. bû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)