Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê ku meha Tebaxa pêşîn çûbû Taywanê û di navbera Çîn û Emrîqayê de bûbû sedema krîzeka mezin vê carê jî li Erivana paytexta Ermenistanê ye.

Di dema zîyaretê de Frank Paloneyê Serokê Komîteya Karên Tîcaret û Enerjî yê Meclîsa Temsîlkarên yê Emrîqayê, endamên Meclîsa Temsîlkarên yê Emrîqayê Alen Sîmonyan û Lynne Tracê Sefîrê Erivan yê Emrîqayê, Pelosî pêşwazî kirin.

Hat destnîşankirin ku Pelosî, bi Nîkol Paşînyanê Serokwezîrê Ermenistanê û Alen Sîmonyanê Serokê Meclîsa Netewî yê Ermenistanê re hevdîtinan bike. (ÎLKHA)