Otorîteya Bireveberîya Afet a Netewî, destnîşan kir ku di 24 seatên dawîn de 37 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan, 92 kes jî birîndar bûn. Bi tevî ev  hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 1545 kesan.

Ji ber lehîyê 1 milyon û 920 hezar xanî zirarê dîtin, 935 hezar û 795 heywan jî telef bûn.

Li herêmên ku ji lehîyê tesîrdar bûn jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)