Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve hat ragihandin, derdora seat 23.30î de li navçeya Çata Erzurûmê di mezinahîya 4.9an de erdhejek pêk hat.

Li gorî daxuyanîya AFADê erdhej 15 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.

Hêj derheqê zirara ku erdhej jêre bûye sedem de daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.(ÎLKHA)