Paşînyanê Serokwezîrê Ermenistanê, diyar kir ku hejmarê mirîyên leşkerên Ermenistanê yên ku di pevçûna ku li ser sînora Azerbaycanê pêk hatin de derket 135 kesan.

Wezareta Parastin ya Azerbaycanê, daxuyandibû ku artêşa Ermenistanê di şeva 12 Îlonê û 13 Îlonê de ji mewzîyên Azerbaycanê re êrîş kiribû di van êrîşan de 71 leşkerên Azerbaycanê  miribûn.

Piştî pevçûnan her du welat jî qerara agirbestîyê girtibûn. (ÎLKHA)