Rejima îşxalker a sîyonîst, êrîş li gundê Kefr Dan a ku li rojavaya bajara Cenînê ye kir.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di êrîşê de, Udî Tarad Salahê 17 salî gule ji serê xwe xwar û hat şehîdkirin.
Di êrîşê de 2 Filistînî jî birîndar bûn.
Artêşa bi gotin ya rejima îşxalker, îsal nêzê 1700 caran êrîş li 'erdên Filistînîyan kir. Di encama van êrîşan de jî ji 70 zêdetir Filistînî hatin şehîdkirin, nêzê 6 hezar Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)