Di daxuyanîyê de weha hat gotin, "Yekîneyên hêzên çekdar yên Ermenî, ji mewzîyên Azerbaycanê yên li Laçinê re ji yekîneyên xwe yên topavetan topên hawinekan a bi 82 û 120 mîlîmetreyî davêjin. Ji teref yekîneyên me ve jî tedbîrên midexeleyê tên girtin."

Wezareta Parastin ya Azerbaycanê, daxuyandibû ku artêşa Ermenistanê di şeva 12 Îlonê û 13 Îlonê de ji sînorên Daşkesen, Kelbajar, Laçin û Zengîlana Azerbaycanê re provakosyaneke mezin dike.

Ji mewzî û sitargehên artêşa Azerbaycanê re, bi guleyên top hawinekan êrîş tê kirin û di encama van êrîşan de jî 50 leşkerên Azerbaycanê hatibûn kuştin. (ÎLKHA)