Rawestgeha Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku çar alîyê welat digere, vê carê jî bû Qonye.

Yapicioglu li vê derê karsazan gohdar kir û ji wan re derheqê aborîyê de qala fikra partîya xwe kir.

Hevdîtina ku bi pirs-bersiv dihat kirin ji çapemenîyê re girtî hat berdewamkirin.

Hat hînbûn ew ê Yapicioglu heta dawîya rojê li Qonyeyê be. (ÎLKHA)