Serokkomar Erdogan wê beşdarî Lûtkeya Serokên Dewletan a Teşkîlata Hevkariya Şanghayê ya ku dê sibê li Samerqenda ya Ozbekistanê dest pê bike bibe.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya lûtkeyê de Erdogan bi taybetî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Çînê Şî Cînping re çend hevdîtinên dualî pêk bîne.

Serokkomar Erdogan piştî lûtkeyê ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya 77emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe wê here Amerîkayê. (ÎLKHA)