Zekerîya Yapiciogluyê ku di çarçoveya zîyaretên xwe yên memleketê de hat Ispartayê, li vê derê jî dikandarên ku li Ceddeya Mîmar Sînanê ne zîyaret kir û dû re mala Cenabê Bedîuzzeman zîyaret kir.

Yapicioglu, li vê derê telebeyên Ustad jî zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku ji teref telebeyên Ustad ve bi balkêşî hat pêşwazkirin, ji wan anektodan gohdar kir û nîşanên derheqê jiyana Ustad de jî lêkolîn kir.

Yapicioglu, di daxuyanîya xwe ya ku li vê derê kir de, destnîşan kir ku ew şopînerê rêya Ustad in. (ÎLKHA)