Qeza, li ser rêya Meletî-Qeyserîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeyeke ku plaqeya wê biyan e û erebeyeke tîcarî, li ser rêya Meletî-Qeyserîyê li hev qelibîn.

Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)