Temsîlkarîya Wanê ya Weqfa Êtîman ku ji bo sala perwerdehiya 2022-2023an alîkarîya qirtasîyeyê kir û piştgiriya xwe ya ji bo malbatên êtîm û sêwiyan didomîne.

Temsîlkarîya Wanê ya Weqfa Êtîman yê ku ji êtîm û sêwîyan re alîkarîya meddî dike vê carê jî ji zarokên êtîm û mihtacan re çenteyeke piştê ya ku tê de amûrên qirtasîye yên wekî defter, pênûs, jêbirr û boyax hene pêşkêşî zarokan kir.

Husra Arslana Dildara Temsîlkarîya Wanê ya Weqfa Êtîman, der barê qirtasîyeyên ku çêkirine de agahî da û wiha got: "Weke Temsîlkarîya Wanê ya Weqfa Êtîman me bi slogana 'Di Rêya Dibistanê De Xêr Heye' ji bo êtîmên ku me berê li Wanê tesbît kiribûn lazimatîyên wan ên dibistanê temîn kir. Me ji bo sala perwerdehiyê ji bo zarokên xwe çente û melzemeyên qirtasîyeyê diyarî kir. Me bi vê alîkarîya xwe daxwaz kir ku bila di sibêroja van zarokên xwe de pêşîya wan ronî bikin."

Arslan, ji bo xêrxwazên ku dixwazin êtîman kêfxweş bikin banga alîkariyê kir, Arslan spasiya hemû xêrxwazên ku alîkariya xwe ji êtîman re mehrûm nekirine kir. (ÎLKHA)