Komeleya Piştevanîya Bi Mustazafan re piştî 10 salan bi heman navê cardin dest bi fealîyetên xwe kir ku ji ber vê minasebetê bernameya vekirinê hat tertîpkirin.

Bernameya vekirinê li ber Navenda  Giştî ya Komeleya Piştevanîya Bi Mustazafan re hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Quranê ya ku ji teref Mela Remzî Uçarê Endamê Lineya Îdareya Îttîhadul Ulemayê ve hat xwendin dest pê kir.

Piştî tîlaweta Quranê endamên komeleyê derheqê pêvajoya girtina komeleyê û bêhiqûqîyên ku hatin kirin de malûmat dan endamên çapemenîyê.

Serokê Mustazaf Der (Komeleya Piştgiriya Bi Bindestan re) Huseyîn Yilmaz derbarê mijarê got: “Mustazaf-Der li ser 3 prensîbên bingehîn ên wekî têkoşîna li dijî xizaniyê, têkoşîna li dijî cehaletê û pêşîgirtina li pevçûnan hatiye avakirin. Komeleya me ji roja ku hatiye damezrandin heta roja ku hatiye girtin xizmetên xwe yên bi xêr berdewam kiriye. Komeleya me xebatên alîkariyê yên mirovî bi rê ve bir û li dijî êrîşên li dijî nirxên îslamî gelek xwepêşandan li dar xist."

“Rêxisinên qirêj û tarî dest bi êrîşa li ser komeleyên me kirin û xebatên me yên qanûnî asteng kirin”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de bi kurtasî bal kişand ser bûyerên ku beriya biryara girtinê li dar xistine û wiha got: “Ji ber ku li Danîmarkayê li hember Pêxemberê heqaret hat kirin me  di Çileya 2006’an de li Diyarbekirê mîtînga ‘hurmeta pêxember’ li dar xist di meha nîsana heman salê de di çalakiya Nebî (Jidayîkbûna Pêxember) tertîp kir ku ji ber vê yekê li dijî komeleya me êrîş û kampanyayên şermezarkirinê hatibûn destpêkirin. Kom, rêxistin û çeteyên qirêj û tarî yên li hundir û derveyê dewletê ku ji beşdarbûna bi sed hezaran kesî ya van mitîngên ku hişmendiya Îslamê di nav civakê de zêde kir nerehet bûn, di heman demê de dest bi êrîşa li ser komeleya me kirin û xebatên me yên qanûnî asteng kirin.”

“Der barê endam û rayedarên me de dozên sûc hatin vekirin û pêvajoya girtina komeleya me hat destpêkirin”

Yilmaz bi bîr xist ku li gelek bajaran êrîş li şaxên parêzgehên komeleyê hatin kirin û wiha li  axaftina xwe zêde kir: “Şaxên me yên li parêzgeh û navçeyên cuda li ber çavê hêzên ewlehiyê û hêzên mobeseyan rastî êrîşan hatin. Di van êrîşan de hin komeleyên me hatin şewitandin û gelek endamên me jî birîndar bûn. Bi rastî jî şaxa komeleya me ya ku bi qasî 500 metre dûrî midûriyeta polîsan a Geverê ye, ji aliyê çeteyan ve hat şewitandin û Alîkarê Serokê Şaxa komeleyê Ubeydullah Durna jî li ber çavê hêzên ewlehiyê şehîd bû. Weke hemû êrîşên li dijî me, di vê êrîşê de jî kiryar nehatin girtin, dosya jî  bi hinceta derbasbûna wext hat girtin.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de wisa got:“Di sala 2008’an de di komployeke li Konyayê hin rayedarên komeleyê bi hincetên bêbingeh hatin binçavkirin. Ji bo rê li ber girtina komeleyê vekin, hewl dan rayedaran bixin nava hin bûyerên sûc. Di dema rûniştina doza li Konyayê ya navborî dihat dîtin, li Amedê bi lez û bez ji bo girtina Mustazaf Derê doz hat vekirin. Heyeta dadgehê beriya ku delîlan kom bike û li benda encamnameya dozê bimîne biryara girtina komeleyê da.”

Yilmaz diyar kir ku wan ji ber girtina keyfî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û dû re wiha got: “Di 9’ê Sibata 2021’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê binpêkirina AÎHMê dît. Piştî 15'ê Tîrmehê piştî hin paqijiyên li darazê yên Tirkîyê, komploya di çarçoveya dosyaya sûc a li dijî endam û rêveberên me de hatibû vekirin, di çarçoveya lêpirsîna Dadgeha Bilind de derket holê. Ev dosyaya sûc a ku wekî hinceta girtina Komeleya me hat nîşandan, di encamê de hemû endam û rêveberên me yên bi endamtiya rêxistina bi navê terorîst tên sûcdarkirin, beraat kirin."

Yilmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî van biryaran me ji bo ji nû ve darizandinê serî li dadgeha ku biryara betalkirina komeleyê da. Di doza ku ji nû ve hat vekirin de biryara berê ya girtina komeleyê hat betalkirin. Li gorî biryara dadgehê komeleya me bi erêkirina walîtiyê dîsa aktîf bû.” (ÎLKHA)