Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Mîrektîya Îslamî ya Efxanistanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku helîkoptera Black Hawk li kampusa Zanîngeha Parastina Neteweyî di dema firîna perwerdeyê de ji ber xeletîyeke teknîkî ket xwarê.
Di qezaya ku pêk hat de 2 pîlot û 1 karmend jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)