Qeza li otobana li nêzî Queretaroya Meksîkayê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona ku frêna wê teqîya 22 wesayîtên da ber xwe û eciqand.

Gelek ekîbên alîkariya ewil û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, rayedaran diyar kirin ku di qezayê de 44 kes birîndar bûne û rewşa 3 kesan giran e.

Ji ber xebatên rizgarkirinê rê ji trafîkê re zêdetirî 3 saetan hat girtin.

Polîsan ragihand ku ajokarê kamyonê hatiye binçavkirin. (ÎLKHA)