Muş di hesabê xwe yê Twîtterê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got:

"Ji teref ekîbên me yên Parastina Gumrikê ve di derê Gumrika Bajêrganê Colêmêrgê de di nav erebeyeke ku dixwest bikeve nav welatê me de 513 kîlo eroîn hatîye bidestxistin. Ez ekîbên me yên Parastina Gumrikê û hemû teşkîlatên me yên ku bi tiryakê re micadeleyê dikin pîrozbayê dikim." (ÎLKHA)