Karwana Hêvîyê ya Wanê ku him bi meddî û him jî bi menewî li alîyê kesên mihtacan e û wan tenê nahêle alîkarîyên xwe berdewam dike.

Rayedarên komeleyê qurbanên ku bi wekaletê serjêkirin belav kirin, ji kêfa kesên ku nikarin goştê sor bistînin re hevpar bûn.

Sedat Vatanê ji rayedarên Karwana Hêvîyê yê Wanê derheqê fealîyetan de axivî û diyar kir ku qurbanên ku ew serjêdikin ji malbatên feqîr û mihtacan re belav dikin.

Vatan, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew heta ku ji destê wan tê ji bona ku pirsgirêkên mihtacan çareser bikin dixebitin, ji ber vê yekê jî ji xêrxwazan daxwaz kir ku bila ji wan re alîkarîyê bikin û ji kesên ku alîkarîyê kirine re jî sipasîyan kir. (ÎLKHA)