Bûyer, li gundê Kokluya ku girêdayê navçeya Andiranê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera 2 malbatên ku hat hînbûn eqrebeyên hevdû ne de ji ber lihevnekirina 'erdan şer derket.

Şer, bi derxistina çekan vegerîya pevçûnê û di encama pevçûnê de 3 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Andiranê.

Hat diyarkirin ku cenderme li gund ewlehîyeke mezin girt û derheqê pevçûnê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)