Bûyer li gundê Kokluya girêdayê navçeya Andirina Mereşê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lihevnekirina erd di navbera du komên ku nasên hev in de pevçûn derket ku di encama pevçûnê de 3 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)