Mehsûlên ku di Korta Çandinîya Ehlatê de hatin hilberandin, ji 81 welatên Tirkîye re tênê şîyandin. Firingîya ku ji mehsûlên stratejik e, ji aborîya welat re tevkarîyê dike.

Rifat Çelîkê Midirê Bajar yê Çandinîyê yê Bidlîsê, got ku ew îsal di 26 hezar 'erd de, bi tevî hilberîna 208 ton firingîyên ji bona sifra hilberîna 700 ton firingîyên ziwakirî jî ji xwe re kirine hedef.

Çelîk di axavtina xwe de qala qezenca mehsûlê kir û weha got, "Em niha li qezaya Tatwana Bîdlîsê ne. Wexta çinandina firingîyane. Bajarê me yê Bîdlîsê her sal di 26 hezar donim 'erd de 280 hezar ton fitîngîya em diçinin. Qezanca ev çinandina firingîya nêzê 832 milyon TL ji bajarê me re feydeya wê heye. Li gorî perê berê 832 trilyon pere dike. Em bi vê reqemê him di Anadolîya Rojhilat de û him jî di Anadolîya başûrê Rojhilat de di sireya yekemîn de ne."

Firingîyên ku tên ziwakirin ji mirovên herêmê re jî ji boan kar dibe firsetek. Çelîk di vê warê de jî axivî û wehagot, "Ji meha Adarê heta niha di vê karê de nêzê 7-8 hezar karker dixebitin. Van karkerên me jî li alîyê Êlihê, Sêrtê û Mûşê tênê li vê derê û li vê dixebitin. Nêzê 2 salan e me bixe bixe digot em ê ev tiştê çawa zêde bikin? Bû 2 salan e em van firingîyên xwe di bin tavê de ziwa dikin. Wek ku hûn jî dibînin wa di pişt me de em van firingîyên xwe ziwa dikin û nêzê 9-10 rojan di bin tavê de dibînin."

RIFAT ÇELÎK

Midir Çelîk, di berdewama axavtina xwe de qala firotana firingîyên ku ziwa kirine jî kir û got ku ew wan firîingîyên xwe bi alîkarîya karsaên Rojavayê dişînin Ewrupayê jî û axavtina we weha domand, "Me gazîyê karsazên li alîyê Îzmîrê wan kirine û em firingîyên xwe difroşin wan. Ew jî van firingîyan dibin tesîsên xwe û li wê derê jî ji welatên wek Hollanda, Fînlandîya, Kanada û Emrîqayê re difroşin. Niha firingîyê şil ku em ji wan re firingîyê li ser sifrê dibêjin fîyetên wan di navbera 4 TL û 4,30 TLyî de ne. Dema ku ziwa bibe jî li wan dera bi 5 dolarî heta 20 dolarî tê firotan."

Çelîk di dawîya axavtina xwe de qala hedefên xwe yên sala pêşî jî kir û weha axavtina xwe dawî kir, "Înşaallah sala hatî em ê bi xwe ziwa bikin û em ê bi xwe ji Ewrupayê re bifroşin. Em bi tevî cotkarên xwe vê karê dikin û înşaallah sala pêşî em ê herî xweşik û zêdetir çêbikin. Îsal em ê 800 ton ziwa bikin û bifroşin jî. Înşaallah em ê sala pêşîn jî nêzê 2 hezar ton û 3 hezar tonan ziwa bikin û bifroşin. Îsal me dît ku firingîyên me zêdetir bikalîte derketine. Mesela vê karê li alîyê Dîyarbekirê jî li alîyê Sêrtê jî vê çêdikin lê yê wan wek ê me ne bikalîte ye. Derheqê vê de jî planên rabûna Wezareta Çandinîyê jî heye. Li ser wê projeyê li alîyê me jî ji mirovên me re ew ê febrîqeyan çêbikin. Dibe ku em wan di febrîqeyan de jî ziwa bikin û bi zêdetir paqij çêbikin û wan bişînin. Bila ji bona me bixêr be." (ÎLKHA)