Şewata ku doh danê sibê li Taxa Gulnar a Mêrsînê derketibû, di encama mudaxeleya ekîban de hat tefandin.
Veysel Tiryakîyê Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanan û Alî Hamza Pehlîvanê Waliyê Mêrsînê der barê şewata li Midûriyeta Rêveberiya Daristana Buyukeceliyê da daxuyanî dan.
Veysel Tiryakîyê Alîkarê Wezîr di daxuyanîyê de weha got, "Şewata Mêrsînê ji vê saetê ve hat kontrolkirin. Nirxandina xisarê dewam dike. Piştî xebatên sarkirinê em ê dîsa daxuyaniyê bidin."
Tiryakî, di berdewama daxuyanîyê de diyar kir ku di şewatê de nêzî hezar û 500 hektar erd zirar dîtiye. (ÎLKHA)