Rejima îşxalker a sîyonîst, êrîş li gundê Beytîna ku li nêzê bajara Ramallaha Şerîaya Rojavayê ye kir.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di êrîşê de, Filistînîyeke ku hêj nasnameyê wê nehatîye bidestxistin şehîd bû.

Hat diyarkirin ku cenazeya Filistînîyê şehîd hêj nehatîye teslîmkirin.

Leşkerên rejima sîyonîst a îşxalker, li Nablusê li cihê ku "Meqamê Yusuf" tê zanîn êrîş li Filistînîyan kir.

Li gorî daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Hîva Sor a Filistînê ve hatîye belavkirin, di meseleya ku li Nablusê pêk hat de 4 kes birîndar bûn; 12 kes jî ji xazê tesîrdar bûn û talûkeya fetisandinê derbas kirin.

Îşxalkeran li Cenînê êrîş li xanîyek kir û 3 Filistînîyan êsîr girt. (ÎLKHA)