Qeza di derdora seat 10.30an de li Çarrêya TUVTURKê ya Rêbeja Xezeyê ya Navçeya Battalgaziyê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qemyona paqijiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a bi plaqeya 44 PF 121 ya ku di bin îdareya A.K. de bû, dema ku ji rêya rastê paqijiyê dike, dixwaze derbasî rêya çepê bibe û ji çarrêyê vegere, li wesayîta bi plaqeya 44 T 0897 a di bin bireveberiya C.K. de bû li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de şofêr A.K. (51), C.K. (65), rêwiyan R.A. (65) û zarokê A.K. (4) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Hat diyarkirin ku rewşa C.K.yê şofêrê qemyona pagijîyê û ji rêwiyan R.A. giran e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)