Sererkan Patrick Ryderê Berdevkê Pentagonê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, "Fermandarîya Lêdana Gerdûnî ya Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî dê ceribandina operasyonê ya fuzeyeke balîstîk a bêçek Minuteman III ya navparzemînî ya ji Baregeha Hêza Fezayê ya Vandenberg li Kalîforniyayê pêk bîne."

Ryder di berdewama daxuyanîyê de weha got, "Ev avêtin ceribandinek rûtîn e ku ji berê ve hatîye plankirin " û anî ziman ku wan ji berê de hukûmeta Rusya derbarê avêtinê de agahdar kirine. (ÎLKHA)