Li gorî ragihînên ku ji teref kesên ku meseleyê dîtin ve hat ragihandin, êrîş doh di seatên êvarê de li Taxa Şafakê pêk hat.

S.O.yê xwedîyê otêlê, ji teref kes an jî kesan ve bi çek êrîş lê hat kirin. Di encama êrîşê de S.O. giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê. Xwedêyê otêlê li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê êrîşê de hêj tu daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin û derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)