Hat diyarkirin rejima îşxalker a sîyonîst, êrîş li Kampa Miltecîyan a El-Fara ya ku li Tubasê ye kir.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê daxuyand, di êrîşê de, Yunus Tayehê Filistînî yê 21 salî şehîd kir.
Hat ragihandin ku Filistînîyê ku li Kampa Farayê hat şehîdkirin guleyê ji dilê xwe xwarîye.
Artêşa rajima îşxalker, vê salê nêzê 1700 car êrîş li 'erdên Filistînê kir. Di encama van êrîşan de ji 70 zêdetir Filistînî hatin şehîdkirin, nêzê 6 hezar Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)