Li gorî xebera ajansa fermî ya Surîyeyê (SANA), Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê, ji teref balafirên herbê ya rejima îşxalker ve hat hedefgirtin.
Di xebera ku hat destnîşankirin de hat diyarkirin ku sîstemên parastina hewayî ya Sûrîyeyê fuzeyên rejima îşxalkeran sekinand û gelekê wan jî îmhe kir.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de pîsta balafirê zirarê dît û niha nikare xizmetê bide. (ÎLKHA)