Bûyer di wextên nîvro de li Sanayîya Organîzekirî ya Etaba Yekemîn a li Şahînbeyê pêk hat. Li gorî îddîayan di fabrîkayeke kîmyayê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de 2 kes mirin û çend kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)