Midûrîyeta Ewlehiyê ya Meletî, di heqê xebatên Midûrîyeta Şaxa Micadelekirina Sûcên Narkotîkê de daxuyanî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 4 xebatên ku li dijî firoşkarên tiryakê ya kolanan hat kirin de; 219 gram metamfetamin, 675 heb hebên sentetîk, 50 gram bonzaî, terazûyek hessas, demenceyek bêruhsat, tivingek û 970 TL'yê ku tê texmînkirin ji firotina tiryakê hatiye bidestxistin hatine girtin.

Hat diyarkirin ku 6 kesên hatibûn binçavkirin ku navê wan H.M, Ö.T, C.Y, M.A, M.S.M. û C.O. ye ji teref meqamên 'edlî ve hatin tewqîfkirin. (ÎLKHA)